- Napište nám
- Kontakty
- Reklama
- VOP
- Osobní údaje
- Nastavení soukromí
- Cookies
- AV služby
- Kariéra
- Předplatné MF DNES
civaka Kurd de - be desture meran nikaribun ji male jî derkevin. Çîroka we wek jineke fîlîzof u ulumdar bo naskirina rola jinen Kurd di dîroka şarmendî u Cihutî (judaismus) de girîng e. Asenat Barzanî bo zanyarî, lekolîn, şarezayî, şarmendî, bo naskirina Cihutî (judaismus) ji nifşen dahatu re jî ronahîkî ye .
Asenat Barzanî keça Samuel Barzanî ye u di sala 1590 pişte Îsa li bajara kurd Musule, li Kurdistan başur hatiye dinyaye. Bave we Samuel,he ji zarukatîya we de mamosteya we bu u je re felsefeya Kabbala u heman deme ,we rezen civakî u karen hundire Yeşîva jî fer kir.
Asenat Barzanî jiyana xwe di reya xwendin u jiber kirina gotinen Xwede de feda kiribu. Asenat, ji aliye Tirzah Firestone ve wisa dihat behs kirin : «Asenat zanabuna jinan avakir,rupel 112» U Asenat li se xwe wusa digot : « Ez tu car ji mala xwe derneketim. Ez keça qirale Îsraîle me.. Ez ji alîye zanyaran ve hatim perwerde kirin. Ez ji alîye bave xwe ve hatim gewîkirin.Ew bu ku, hertişte li ser erd u esmanan ferî min kir. »
Asenat di gel pismame xwe Yakub Îbrahîm re dizevice. Bave wî xebaten we yen olî bi rumet peşwazîkir u nehişt ku Asenat di bin kar u baren male de we cehvere behempa wunda bike. We u Yakub xwedî keçikek u kurek bun.
Pişte mirina mera we, Asenat bu berpirsiyar u rewebire Yeşîva li Musule. Ew li Kurdistane, heta ku kure we mezin bibe , bibu serok u berpirsiyare Yeşîva, Asenat qursa Tevrate u Toraye dida. Li Kurdistana başur, ew ji aliye zanyaran ve yekem jineke xaxam ( ??? ) – rabbi ( ??????) ,di civata cihuyan de wek seroka Yeşîva hatîye qabul kirine .
Asenat di sala 1670 an de li Amede dîrokî li Kurdistana başur jiyana xwe teva dike. Gora we heta îro jî bo Cihu u Kurdan cihekî pîroz u zîyaretgah te pejirandin.
Îro, Asenat Barzanî ne tene wek jineke xaxam di nav civata Cihuyan de te naskirine, le çîroka we wek çavkaniyekî ye ji bo rola jinen kurd di dîroke de, hem li Îsraîle u hem jî li Kurdistane de.
Wek nasnava Ulumdaren herî berz ya Cihutîye li Asenat Barzanîye re Tanna’it le kirine. Nasnave bave we jî wisa bu. We deme de nasnave ulumdaren berzen ola cihutîye re Tannaim dihate gotin. Dive mirov bîra neke ku em behsa sedsala 16 mîn u 17 mîn dikin u we deme nasnave Xaxamtî he tunebu , bo ve merce di cihutîye de nasnave Tannaim (Tanna’it ji bo me ye) dihat bikaranîn.
Her çikas Regina Jonas (1902-1942) wek Xaxam hatibe nas kirin jî,Asenat Barzanî yekemîn jin di dîroka Cihutîye de bu ku gihştibu we merca bilind .
***************
Ceska verze clanku je zde : https://uzunoglu.blog.idnes.cz/blog.aspx?c=471663
Další články autora |
Prohlédněte si akční letáky všech obchodů hezky na jednom místě!