Cihutî li Kurdistane :Welate ku Keştîya Nuh xwe sipartîye

Herema Kurdistane ya îroyîn ji mej da buye ware olen mezin wek Cihutî, Mesîhîtî u Îslamyete u di nav gelen Kurdistane  de ew ol belav buye. 

Di Tewrate da ku Xuda dabu Hz.Musa deşte Harane wek bihuşte xwe nîşan dide u di we buşte de ji Hz. Adem u Hawa re can dide. Disa nav ve pirtuke muqedes  de Xuda çiyaye Agirî wek cîye Keştiya Nuh pexember  u bajere Ruha jî wek bajere  Hz.Îbrahîm  nîşan dide.Dîcle u Firat du çemen muqadesen Tewrate ne.

 Nave pîrtoka qanunen Cihutî Talmud e. Du Talmud hene ku bi hevudin re giredayîne ; Talmuda Babîle u Talmuda Kudse.

Di Talmud’a Babîle de, ku sedsala pencemîn beriya Îsa hatîye nivîsandin behsa Kurdan dike u dibeje Kurd derdora çiyaye Agirî dijîn.

Li Talmud de li ser gele Kurd wusa dinivîse : « Haman kure Parsandat seroke welate Kardunya ye ku li wir Keşiya Nuh Pexember bi cîh digire. ».

Cihutî bo parastina xwe tîmî çîyayen Kurdistane u gele Kurd ji xwe re wek dost ditîne u ola xwe xwestine di  nav gele Kurd de belav bikin. Talmud di ve ware de destur dide ku Kurd jî dikaribin bibin cihutî u dibeje : « Em ji daxwazvanen ji  gele Karduxîyan’an re ku bixwazin bibin cihu destur didin u ji nav wan de yen ku bibin cihu eme  hilbijerin ». Di sedsala yekem berîya Isa’ye, Hadhabanî (Adiabani) wek aşîra serkeftî ya Kurd ola cihutî wek ola xwe qabul dike  u devleta xwe  ava dike ku paytaxta we dewlete Erbil ( Hewler) li Kurdistana Başur bu.

Wek te zanîn mîrov gor qanunen cuhutîye nikare bibe cihu heta ku dayika wî ne cihu be.

Le Kurd yekemîn gele cîhane ye ku gor qanunen cihuyan wek Talmud, be ku dayika wan cihu be dikarin bibin cihu u ev yek jî ,yekem îstîsna ye di ve ware de di ola cihutîye de.

************

ceska verze clanku je zde : https://uzunoglu.blog.idnes.cz/blog.aspx?c=471884 

Autor: Yekta Uzunoglu | pondělí 19.2.2018 17:22 | karma článku: 0 | přečteno: 13x